ÎXANET!
Ev peyv peyvekî girînge. Wate û hukmê naveroka peyva îxanetê gelek mezin û giran e. Bi wateya xwe kar û barê civakî hildaye. Dîrek têkelî kar û barê civakîye. Bi gorî danasînên ferhengan ev peyv wekî xerabî, xwedî nîyeta nebaş hatîye pênasekirin. Her wiha tevgerekî dijayetî, xebatekî valaderxistin an jî sabotekirina armanc an jî helwestekî îfade dike. Rastîya danasîna peyva îxanetê ji xwe ev e.
Li gorî beş û armancan mijara îxanetê ji yên herî biçûk têkilîyên nabeyna du kesan bigirin heta yên nabeyna grup, bizav, partî û doza miletekî eleqeder dike. Sînorê wate û kar û barê vê peyvê li gorî eqd û armancê tê dîyardekirin. Loma jî ev peyv bi kar û barê dijî armanc û bihevrebûna kesan, grupan, bizav û partîyan û heta miletekî hatîye îfadekirin. Bi kurtasî mirov dikare bêje îxanet, xebatek bi nîyeta xerab û bi zanetî alîyek li dijî alîgir an jî alîgirên eqd yên din e.
Yanî ev peyv di warê hiqûqî de jî hatîye pesendkirin û têkelî têkilî û armancên kesayetan, alî û beşên civakê de peyvekî herî girînge ku cih girtîye. Ev peyv di hemî zagonên huqûqî ku jibo bi rêkûpêkirina têkilîyên nava civakê bên tenzîm kirin hatîye bicihkirin.
Lihevkirin di vê peyvê de xala hereketkirinê ya girîng e. Lewre hukum û wateya peyvê di rûdana çalakîya li dijî eqdê bê kirin derdikeve holê.
Bi kurtasî û zelalî em wiha bêjin. Du kes, du şirîk an jî du dildar li ser armancekî, mebestekî lihev dikin û dixwazin bihevdu re kar bikin û bigihêjin wê armanca hevpar. Di vê pêvajoya pêdeçûnede kî ji vana berevacîyê vê armancê tevbigere û bi zanetî û bi plankirî çûna vê armancê bixwaze sabote bike kiryarên vî kesî wekî îxanet tê pênasekirin. Lewre bi zanetî û bi nîyeteka xerab li dijî wê eqdê tevgerîyaye. Xebata jibo pûçkirin û negihaştina armancê dibe karekî îxanetê û ev di zagon û yaseyên huqûqî de jî wiha cih girtîye.
Di vir de xala herî girîng eqd e. Yanê lihevkirina ser xalên hevbeş yên alîyane. Ger çalakî û kiryar li dijî valaderxistina eqdê be ewçax fiêl wekî îxanetê tê pênasekirin. Li holê eqdekî, lihevkirinekî dildarî tinebe, herkes jibo armanc û mebesta xwe kar û barê xwe bike û kar û barê yekî xisar bide yê din an jî li dijî kar û barê yê din be ev nayê wateya îxanetê, ev dikeve çarçoveya reqabet/himberîyê û di nava pênaseya îxanetê de nayê qebûlkirin. Jibo îxanet bê hesibandin divê di nabeyna yên hevudu sûcdar dikin de berê eqdekî lihevkirinê ya li ser armancekî hevbeş hatibe kirin hebe. Ger ev tinebe fiêla hatibe kirin jî di nava çarçoveya îxanetê de neyê dîtin.
Ev tiştên ku me heya niha anîye ziman jibo têkilî û mafparêzîya kes, grûp, bizav û partîyên civakek an jî miletek azad de dijîn derbas dibe. Fiêlên di nabeyna van beşên ku me rêz kirîye ku di nava milet an jî netewek azad û serbixwe de dijî yek jî nakeve dereceya pênasekirina îxaneta netewî. Lewre tiştên me di nava van beşan de rave kirîye hemî berjewendî, armanc û mebestên navxweyîne. Sînorê wan nagihêje sînorê mijar an jî mijarên netewê.
Sînorê eqda naybeyna du kesan, grûp, bizav û partîyan jî dîsa sinorê ku eqda li ser çêkirine dîyar dike. Sînorê vana ê ti kesî jî nagihêje sînorê eqda armanca miletek an jî netewekî. Lewre sînorê armanca miletekî van alîyên ku me rêz kirîye hemîyan digire nava xwe. Çalakî û xerabîyên vana ku li hemberî hev çêbibin nikare bibe mijara îxaneta ku jêre em jê re bêjin ev îxaneta dijî nîrx û armancên netewîne.
Di nava me Kurdan de erzanbûna cirma vê peyvê ji ber tevlîhevkirina sînor û wateya vê peyvêye. Loma jî du kes ku herdu jî alîgirên grûpek an jî bizavekbin lihevnekirin an jî îxaneta di nabeyna hevudu de bi hêsanî dikarin wekî pirsgirêka hêza pêve girêdayîne dîyarde bikin. Her wiha grûp û bizav an partî jî heman tiştî dikarin mezin bikin û problemên nabeyna xwe wekî mijarekî netewî dîyarde bikin. Di vir de problem derxistina wateya peyvê ya dervayê sînorê peyvê ye.
Yanî bi kurtî û zelalî ger em bînin ziman rewş ev e. Du kes lihevnekirina xwe dikişînin nava sînorê cihê ku ew girêdayî wêderêne. Ev dibe grûpek be dibe bizavek an jî partîyek be, qet ferq nîne.
Kesên polîtîk problemên nabeyna xwe wekî kêşeya grûp an jî partîyan rave dikin, partî û bizavên me jî problemên nabeyna xwe dikişînin radeyek bêtir jortirîn û ew jî vê mijarê wekî mijara îxaneta welat an jî netewê nîşan didin. Yanî partî û tevger jî heman mekanîzmayê dixebitînin û lihevnekirinên nabeyna xwe wek mijarekî netewî û welatî raveyê gelê xwe dikin. Sedema erzanbûna cirma vê peyvê di nava miletê Kurd e eve. Ji ber ku hukmê vê peyvê nîne jî dîsa ev e. Sedema ku herkes bi hêsanî û bê rûsarî vê peyvê dikarin li hemberî hevdu bikar bînin jî dîsa eve. Yanî di nava me Kurdan de bawerim ji ber ku huqûqekî me ya niviskî çênebûye sînorê cihê vê peyvê jî ne diyare û ev peyv bi hêsanî dikare di nava xan û malên her kesî de wekî mijarekî netewî û miletî bigere.
Lê îxaneta millî an jî netewî jî heye.
Niha îcar emê bên ser vê xalê û emê sînorê vê peyvê bêhtirîn ji hevdu zelal bikin. Lê bi gorî min ji mijara îxaneta ya li nava me Kurdan zêdetir, sekinandina li ser sebebên vê mijarê bêhtir girîng e. Îxanet li nava herkesî û di nava her miletî de heye. Lê li ti deverekî bi qasî ku li nava me Kurdan diqewime li nava wan naqewime. Çima?
Di nêrîna min de dîsa ev xisûsîyetekî ya di nava me Kurdan de ye. Kurd û bi piranî jî partî û bizavên sîyasî sedemên vê mijarê bêtir di serdehatin û gerandina fitneya dijminên Kurdan ku di nava wan de digerîn de dibînin. Ev jî rast e û mirov nikare înkar bike an jî ji nedîtinê de were. Lê bi dîtina min ev mijarekî talîye û şûna em vê nexweşîya xwe timî bavêjin ser dijminên xwe û wan sûcdar bikin em dixwe de bigerin û bibînin baştire. Em çiqasa vê mijara îxanetî tevdilê dijminê xwe bikin em ji vîya pak nabin. Emê vê rastîyê jî bibînin lê divê pêşî em mijarê di hişmendîya xwe de, di nêzîkatî û daxwazên xwe de bibînin. Îxaneta nabeyna du kesan jî di esasê xwe de li ser rengê daxwazê pêktê. Ger ji du kesan kesekî daxwaza wî xwedîbûna hemî armancê an jî mebestê be wê demê wê ji du tiştan yekî bike. Yan wê hevalê xwe yê şirîk di pêvajoya serkevtinê de ji holê rake û bixwaze tişta li ser lihevkirine hemî ji wî re bimîne, yan jî ger bizanibe nikare vê teşebusê bi encam bike, wê ew çax jibo ev armanc pêk neyê hemî tiştan li valahîyê derêxe. Yanî cihê ku parvekirin û hevbeşbûna maqûl ya li ser berjewendîyê tine be ji holêrakirina hevdu hasil dibe.
Di nava me Kurdan de nexweşîya herî girîng ev e. Çanda parvekirinê, dabeşkirina hêz û aborîyê a adil ya navxweyî di nava me de çênebûye. Tiştekî yan tenê yê min e yan jî ne yê ti kesîye. Hişmendî û rihê lêxwedîbûnê bi vî awayî hatîye çêkirin.
Ev nexweşî bi temamî bi vî rengî di nava partî û bizavên me Kurdan de jî heye û bi vî rengî dimeşe. Di mijara îxanetê de ger îlla em li rêça dijminên xwe di nava xwe de bigerin ew jî ev e: Çanda bîadê. Peyva bîadê di nava me Kurdan de wekî tabihê hatîye transkirîbekirin. Çanda tabihîyê çanda Ereban e. Yan her kes her milet bîadê wan kirîye yan jî bi darê zorê û bi birra şûrî ji holê hatine rakirin. Ên ku tabih nebûne teqez bela û karesatên mezin li serê wan gerandine. Çanda tabihîyê çandekî herî xerabe jibo pêkvejîyane civakê. Di vê çandê de ti kes xwedî rastî û reng û hebûna xwe nîne. Ê biçûk di xizmeta yê mezindeye. Yên lewaz jibo hebûn û pêşketina yên xurt heye. Ev çand bi awayekî herî xerab di hiş û hizra me Kurdan de cih girtîye. Û ev di nava hemî bizav û partîyên me Kurdan de pir hindik, kêmê hev an jî zêdeyê hev dijî. Yanî hewceyê dijmin nemaye çand û hişmendîya dijmin di rih û mejîyê me de di hişmendîya me de hukum dike. Di nava sîyaseta Kurdan de mixabin rih, hest û mêjûyekî medenî ku li ser dabeşkirina hêzê, aborîy rêveberîyê wekî keltûrekî hevbeş nehatîye afirandin. Loma jî her hêzekî her tişt tenê ji xwe re dixwaze. Nerazîbûnên li hemberî xwe jî wekî îxanet raveyî gel dike. Mijara partîbûn û qada gel jibo wan wekî zevîyên çandinîyê tê zanîn. Çawa ku eşîran li ser axê û zevîyan şer dikir, ev rengê şer veguhezîye tekoşîna nabeyna partîyan ya li ser parsêlkirina ax û gelî. Welat û tevî miletê ser wê axê jibo xwe wekî zevîya çandinîyê dibînin û dibêjin ev yê mine ti kesek jî nikare were vêderê. Ev jî dibe sedema pevçûnan. Tawanbarkirina hevdu ya li ser van probleman jî bi hêsanê wekî îxaneta netewî û welatî eşkera dikin. Berîya lihevkirinan hevudu bi vê mijara îxanetê îtham dikin. Hişmendî eve. Wekî me li jor jî got helwesta sereke tabihkirine di vê tekoşîna li hemberî hev de. Yanî teqez divê alîyekî stûyê yekê xwar bike û bike binê nîrê xwe. Kurd hevudu nakin mîr, hevudu dixin nîr. Li cihê ku kirina binê nîr hebe an jî tinekirina alîyek hebe qanûna jîyanê a xwe parastinê dikeve merîyetê. Ew qanûn xwesteka mayîna li jîyanê ye.
Di bijartina mayîna li jîyanê de rengê mayînê ne girîng e. Ev zagonekî xwezayê ye.Ya girîng mayîna li jîyanêye. Jibo yê ku vîya armanc bike hevkarîya wî ya bi dijminê alîyê din ne girîng e. Ya girîng xurtbûn û mezinbûna hêza ku xwe bisipêrêye. Kî karibe wî biparêze xwe mecbûr dibîne pişta xwe dide wî. Ev hêz gelek caran dijminê dijminê wî yê miletê wî bûye. Tiştek îronîke lê rastîya me Kurdan di dîrokê de gelek caran bi vî rengî rûdaye.
Yanî divê em bizanîbin ku di nava me Kurdan de yê ku hebûna îxanetê diafirîne jî dîsa ev hişmendîya me Kurdan e. Yanî hişmendîya hevdu neqebûlkirinê û tinekirinê ye. Em ne xwedîyê zanîna bi hevdu re jîyanê ne. Ev ne nexweşîyeke ku neyê tedawîkirine. Ger rojek hemî partîyên Kurdan fambikin ku bê hev hebûna ti kesî jî ne mimkûne li ser axa Kurdistanê wê ew çax pêkvejîyana bi hevdu re jî qebûl bikin û wê ev çanda tabihkirinê jî ji nava xwe rakin. Ew çax wê çande demokrasî û dabeşkirina hêzê jî çêbibe.
Hasan HARRANÎ