KULÎLKA ÇÎYAYÎ ME
Kulîlka çîyayî me li welatê Xatîyan Keça Mîtanî me Li ser kanîka zer li benda minin Li berbangê wê bên min bibin Wê min bibin ji ewê ku Li benda hatina min û tevî gulbaqê porkezîyên mine Ez dibin rojbaşa rojê Li welatê Misrê Li sêgoşeya evîn, jîn û mirinê
Min gotibû ez kulîlka çîyayî me Ev dîmenên çîyê ne Hemî parîyên hebûna min Min bidin ser kevir û latan jî Dîsa naçilmisin, jîn dibim. Tine nabim ez Em hemî şiberên hevin Bi hevedanî û bi dudanîya jîyanî Carinan em binevşekî hevrazin Carinan em dibin henkujek Wiha em dibin îşmarek Ji yên ji jîyanê bêxeber Bila qe be! Bêliv, yê jîyana ne jîyayî Ji bihara xwe hatîye qutkirin bo hevparên min Ez sembola we hemîya me Piştî du hezar û pênsed salan Bi navê min bête bibîranîn Li welatê Kurdan Xatî û Mîtan
Li çîyayên Mîtan hatim jînê Li berîya berbanga sibê Ji nesla Kardoxa me ez Yanî jibo yên fam bikin Ez kulîlka çîyayî me Niha jî ser riya çûnekî nehatê me Ev e qedera me.
Em berdêla qedandina şera ne Ez dîyarîyekim diçin ji Fîrewnekî re Şîrê dayîka min ma ji min re Ezê çavên xwe bikutin riyan Ji niha de ezê hemî bîrîyên xwe Veşêrim li kûrahîya dilê xwe Ez ditirsim di agirê tenahîyê de biqedim dayê.
Rê li min dinihêrin Û ez li karwanên riya me Kenekî sîyayî diçingire min Dike min bernede, zelqoq, kufîyayî Di sandoqên deveyekî de hêsîrim dayê. Li riyên bedewî û Kiptî Ezê bibim malîvanîya Misrîyan Bê veger bi tije bîrî û keder Ez kulîlka çîyayê me dayê Bi rojê pîroz bûme Bi rojê ronî didin û bi rojê sond dixwin Ezê bibin roja Misrê Wekî bav û bapîrên xwe Wekî banû û keybanûyên xwe. Lê çi bikim? Dawîyê de lahîdên mermerî nesîbê min e. Qesra min Pîramid in dayê. Ez di nabeyna xwezî û nexwezîyêde asê me. Ez qurbanekî kubarim jibo aştîya welatan.
Ez kulîlka çîyayî me dayê! Vîya ti ji min çêtir dizanî Çima ev qeder? Çima ev dûrbûn û dûrahî? Çima ev bû para min dayê? Ma ez ne delalîka bavê xwe bûm? Çima îro ev? Ciwanên me yên wekî şêran mirin Dizanim. Bila qe! Ez jî li pey wan bimirîyam Lê bila ev neba nesîbê min. Freskên marînî û ejderhayê ziman çetel bi ser minde tên! Çermekî ji rengekî cuda tevlî ê min dibe. Her şev û her roj Ez ne amoşê vêya me dayê! Û ez her şevek ber bi yeka din ve dibim. Dibim tiştek din Mirovek din û hebûnek din. Ez xeydayê xwe me Ez nifrîyayîyê xwe me Ezamet û serayê Fîrewûn xemên min naderibîne Û naceribîne hemî şikestinên dilê min. Li vir ji min re Nefertîtî dibêjin Nexwe çi navekî min ê xweş hebû dayê. Te li min danî bû dayê: Şewştarî Niha îro Şewçtarî nîne dayê Nefertîtî heye. Ez li ser Roj a em pê bawerin sond dixwum dayê Roja ku ez li berbangê pêşwazî dikim jî cuda hiltê dayê. Ne simbilekî, ne jî nêrgizekî Ne jî bêhna erxewanekî heye li vir! Min bîrîya şuştina te a porê min kirîye Di nava destên te de wek hevrîşimê Hindê Li ew tilîyên teyî nazenîn dilefê Te herdem pora min bîndikir dayê Tu mestê bîna li porê min dida bû Niha rw bîn li vir nînin dayê! Bîna xwêdanê bîna çermên bîyanî dikêşin cergên xwe.
Dayê her roj diguherim Xef û xedir fazîleta herî mezine li vir Yan tuyê bibî wekî wan yan tuyê nejî dayê Yaseyek jîyandinê nîne dayê Çerxên hêranê bêtir dijwar digere li vir Yan tuyê bibî benê pembî û zirav di nav de derbas bî Yan tuyê bibî hebên elmasî belav bikî Ev bedena min ku bi qasî kûlîlkek biharê nazik e Vediguhere elmasê Dijwar, xeşîm û bê dil Çima? Çima hemî fazîletên min ên mirovî dibin kevir? Ew Tadûxîpa te, ew şîrîna Şewştarî ya te Êdî yeka cuda ye dayê. Zêr û zînet li bin lingê minin Nivînên ji perên çûkan min bextewar nake dayê Misdana qerwaşan bi donê zeytê bêhna min venake dayê Heskirina Amon ê mezin tenê hêrsa min ditemirîne Dayê min bîrîya çîyayên welatê xwe kirîye Kanîya sarincê Baxê zerzewat û rezan Çivîkên me yên renga reng Niha ez dihisim ew dengê wanî lîlîn Bîrîya te dikim dayê. Bîrîya hezkirin û hemêzkirina te dikim. Hêlekî min hîna jî ew zaroka te ya hezkok e Hêla min ya din bi hesanê tolê tûj dibe Tuyê navê min û deng û şanê min bibihîzî di dawîya emrê xwe de.
Kevir û kuçên li wan dinêrim li min dijmin Çav û awir li min dijmin Min soz daye xwe dayê Ezê mêşên tevizandî rakim hewa Ezê serê Misrê tevlîhevkim Ezê tîrêjên Roja me bidin hundirê pîramîdên Misrê Ezê pîrozî û dîrozîyên me bicîhkim
Ez kulîlka çîyayî me dayê. Ez bi dilovanîya rojê Û bi bereketa baranê mezin bûme Li sifreya me gotinên Xweda Anû Û tîna Roja sibehê hebû Û ez keça Madî banûya Mîtanî me Şewştarî me Hezar hezar sal paşê wê kevir behsa min bikin Wê bêjin Şewştarî ramana Rojê anî welatê Misrê Wê bêjin dewranekî nû vekir Wê bêjin ew keça Mîtan bû Wê bêjin Kulîlka çîyayî Tadûxîpa Ronahîya Rojhilat ronî da deryan.