KULÎLKA ÇÎYAYÎ ME
Kulîlka çîyayî me li welatê Xatîyan
Keça Mîtanî me
Li ser kanîka zer li benda minin
Li berbangê wê bên min bibin
Wê min bibin ji ewê ku
Li benda hatina min û tevî gulbaqê porkezîyên mine
Ez dibin rojbaşa rojê
Li welatê Misrê
Li sêgoşeya evîn, jîn û mirinê
Min gotibû ez kulîlka çîyayî me
Ev dîmenên çîyê ne
Hemî parîyên hebûna min
Min bidin ser kevir û latan jî
Dîsa naçilmisin, jîn dibim.
Tine nabim ez
Em hemî şiberên hevin
Bi hevedanî û bi dudanîya jîyanî
Carinan em binevşekî hevrazin
Carinan em dibin henkujek
Wiha em dibin îşmarek
Ji yên ji jîyanê bêxeber
Bila qe be!
Bêliv, yê jîyana ne jîyayî
Ji bihara xwe hatîye qutkirin bo hevparên min
Ez sembola we hemîya me
Piştî du hezar û pênsed salan
Bi navê min bête bibîranîn
Li welatê Kurdan Xatî û Mîtan
Li çîyayên Mîtan hatim jînê
Li berîya berbanga sibê
Ji nesla Kardoxa me ez
Yanî jibo yên fam bikin
Ez kulîlka çîyayî me
Niha jî ser riya çûnekî nehatê me
Ev e qedera me.
Em berdêla qedandina şera ne
Ez dîyarîyekim diçin ji Fîrewnekî re
Şîrê dayîka min ma ji min re
Ezê çavên xwe bikutin riyan
Ji niha de ezê hemî bîrîyên xwe
Veşêrim li kûrahîya dilê xwe
Ez ditirsim di agirê tenahîyê de biqedim dayê.
Rê li min dinihêrin
Û ez li karwanên riya me
Kenekî sîyayî diçingire min
Dike min bernede, zelqoq, kufîyayî
Di sandoqên deveyekî de hêsîrim dayê.
Li riyên bedewî û Kiptî
Ezê bibim malîvanîya Misrîyan
Bê veger bi tije bîrî û keder
Ez kulîlka çîyayê me dayê
Bi rojê pîroz bûme
Bi rojê ronî didin û bi rojê sond dixwin
Ezê bibin roja Misrê
Wekî bav û bapîrên xwe
Wekî banû û keybanûyên xwe.
Lê çi bikim?
Dawîyê de lahîdên mermerî nesîbê min e.
Qesra min Pîramid in dayê.
Ez di nabeyna xwezî û nexwezîyêde asê me.
Ez qurbanekî kubarim jibo aştîya welatan.
Ez kulîlka çîyayî me dayê!
Vîya ti ji min çêtir dizanî
Çima ev qeder?
Çima ev dûrbûn û dûrahî?
Çima ev bû para min dayê?
Ma ez ne delalîka bavê xwe bûm?
Çima îro ev?
Ciwanên me yên wekî şêran mirin
Dizanim.
Bila qe! Ez jî li pey wan bimirîyam
Lê bila ev neba nesîbê min.
Freskên marînî û ejderhayê ziman çetel bi ser minde tên!
Çermekî ji rengekî cuda tevlî ê min dibe.
Her şev û her roj
Ez ne amoşê vêya me dayê!
Û ez her şevek ber bi yeka din ve dibim.
Dibim tiştek din
Mirovek din û hebûnek din.
Ez xeydayê xwe me
Ez nifrîyayîyê xwe me
Ezamet û serayê Fîrewûn xemên min naderibîne
Û naceribîne hemî şikestinên dilê min.
Li vir ji min re Nefertîtî dibêjin
Nexwe çi navekî min ê xweş hebû dayê.
Te li min danî bû dayê: Şewştarî
Niha îro Şewçtarî nîne dayê
Nefertîtî heye.
Ez li ser Roj a em pê bawerin sond dixwum dayê
Roja ku ez li berbangê pêşwazî dikim jî cuda hiltê dayê.
Ne simbilekî, ne jî nêrgizekî
Ne jî bêhna erxewanekî heye li vir!
Te herdem pora min bîndikir dayê
Tu mestê bîna li porê min dida bû
Niha rw bîn li vir nînin dayê!
Bîna xwêdanê bîna çermên bîyanî dikêşin cergên xwe.
Dayê her roj dihuherim
Xef û xedir fazîleta herî mezine li vir
Yan tuyê bibî wekî wan yan tuyê nejî dayê
Yaseyek jîyandinê nîne dayê
Çerxên hêranê bêtir dijwar digere li vir
Yan tuyê bibî benê pembî û zirav di nav de derbas bî
Yan tuyê bibî hebên elmasî belav bikî
Ev bedena min ku bi qasî kûlîlkek biharê nazik e
Vediguhere elmasê
Dijwar, xeşîm û bê dil
Çima?
Çima hemî fazîletên min ên mirovî dibin kevir?
Ew Tadûxîpa te, ew şîrîna Şewştarî ya te
Êdî yeka cuda ye dayê.
Zêr û zînet li bin lingê minin
Nivînên ji perên çûkan min bextewar nake dayê
Misdana qerwaşan bi donê zeytê bêhna min venake dayê
Heskirina Amon ê mezin tenê hêrsa min ditemirîne
Dayê min bîrîya çîyayên welatê xwe kirîye
Kanîya sarincê
Baxê zerzewat û rezan
Çivîkên me yên renga reng
Niha ez dihisim ew dengê wanî lîlîn
Bîrîya te dikim dayê.
Bîrîya hezkirin û hemêzkirina te dikim.
Hêlekî min hîna jî ew zaroka te ya hezkok e
Hêla min ya din bi hesanê tolê tûj dibe
Tuyê navê min û deng û şanê min bibihîzî di dawîya emrê xwe de.
Kevir û kuçên li wan dinêrim li min dijmin
Çav û awir li min dijmin
Min soz daye xwe dayê
Ezê mêşên tevizandî rakim hewa
Ezê serê Misrê tevlîhevkim
Ezê tîrêjên Roja me bidin hundirê pîramîdên Misrê
Ezê pîrozî û dîrozîyên me bicîhkim
Ez kulîlka çîyayî me dayê.
Ez bi dilovanîya rojê
Û bi bereketa baranê mezin bûme
Li sifreya me gotinên Xweda Anû
Û tîna Roja sibehê hebû
Û ez keça Madî banûya Mîtanî me
Şewştarî me
Hezar hezar sal paşê wê kevir behsa min bikin
Wê bêjin Şewştarî ramana Rojê anî welatê Misrê
Wê bêjin dewranekî nû vekir
Wê bêjin ew keça Mîtan bû
Wê bêjin Kulîlka çîyayî Tadûxîpa
Ronahîya Rojhilat ronî da deryan.
[Hasan Haran]